Xelatên Girovera Zêrîn hat bipaşxistin

Ji ber şewba koronayê gelek festîvalên fîlman hatin bipaşxistin û an jî li ser înternetê têne li darxistin. Dîroka Xelatên Girovera Zêrîn jî hat bipaşxistin û di meha Reşemîya 2021’ê bête li darxistin.

Yek ji xelatên herî girîng ên cîhana televîzyon û fîlman, Xelatên Girovera Zêrîn (Golden Globe) her sal ji bo berhemên herî serketî têne dayîn. Îsal ji ber şewba koronayê wekî gelek festîvalên fîlman hat bipaşxistin. Hat ragihandin ku Xelatên Girovera Zêrîn di dîroka 28’ê Reşemîya 2021’ê de bête li darxistin.

Xelatên Akademiyê jî hatibû bipaşxistin û hat ragihandin ku Xelatên Oscarê di 25’ê meha Avrêla 2021’ê de bêne dayîn.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: