Xelatên Hilbijartina Gelê ya Grolsch’ê hate eşkerekirin
44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê duh bi dawî bû û Xelatên Hilbijartina Gelê ya Grolsch’ê (People’s Choice Awards) diyar bûn.
Li gorî nûçeyên ku di malpera Kovara Altyazıyê û Filmloverss’ê de cih digirin îsal li Festîvala Fîlman a Torontoyê di Xelatên Hilbijartina Gelê ya Grolsch’ê de fîlmê serî serketî weke “Jojo Rabbit” hatin hilbijartin û fîlmê “Murmur” yê Heather Young’ê Xelata Kifşê ya FIPRESCI û Fîlmê “Martin Eden” yê Pietro Marcello’yê Xelata Platformê wergirtin.
Di Festîvala Fîlman a Torontoyê, Xelatên Hilbijartina Gelê ya Grolsch’ê de, temaşevanên sînemayê fîlmê “Jojo Rabbit” yê Derhêner Taika Waititi’yê hilbijartin. Fîlmê “Marriage Story” yê Noah Baumbach’ê bû duyemîn û fîlmê “Parasite” yê Bong Joon-ho’yê di rêza sêyemîn de cihê xwe wergirt.
Fîlmê “Jojo Rabbit”yê di heyama dawî ya şera cîhanê ya duyemîn de derbas dibe û li ser mijara pêşdarazîyê disekine
42’emîn Xelatên Hilbijartina Gelê ya Grolsch’ê ji aliyê temaşevanên sînemayê ve gelek têne temaşekirin û hinde caran weke xeberdar a xelatên Oscarê tê dîtin.
Xelatên 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê
Hilbijartina Gelê: Jojo Rabbit – Taika Waititi
Hilbijartina Gelê-Belgefîlm: The Cave – Feras Fayyad
Şeydatîya Nîvê Şevê ya Hilbijartina Gelê: The Platform – Galder Gaztelu-Urrutia
Fîlmê Herî Serketî ya Kenedayê: Antigone – Sophie Deraspe
Yekem Fîlmê Herî Serketî: (Keneda): The Twentieth Century – Matthew Rankin
Kurtefîlmê Herî Serketî: (Kenrda): Delphine – Chloé Robichaud
Kurtefîlmê Herî Serketî: All Cats Are Grey in the Dark – Lasse Linder
Xelata Nîşandana Taybet ya FIPRESCI: How to Build a Girl – Coky Giedroyc
Xelata Kifşê ya FIPRESCI: Murmur – Heather Young
NETPAC Fîlmê Herî Serketî ya Asyayê: 1982 – Oualid Mouaness
Xelata Platformê: Martin Eden – Pietro Marcello
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com