Xelatên Festîvala Fîlman a Berlînê bi merasimek hatin dayîn

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê yek ji festîvalên herî girîng ên sînemayê ye û îsal di navbera rojên 13-26ê Sibatê de cara 73yemîn derket li pêşberî sînemahezan. Xelatên ‘Berlînale’yê bi merasimek li sînemaya Palastê hatin dayîn ku filmê derhêner Nicolas Philibert ê bi navê “Sur l’Adamant” xelata Hirça Zêrîn (Xelata Mezin) girt. 

Îsal li Berlînaleê bi tevahî 19 fîlm ji bo Xelata Hirça Zêrîn ketin pêşbazîyê û hate ragihandin ku ji gelek welatên cîhanê 283 fîlm di bernameya festîvalê de hatin nîşandan. Derhêner Philippe Garrel bi fîlmê xwe yê “Le Grand Chariot” Xelata ‘Derhênerê Herî Serketî’ (Hirça Zîvîn) û Christian Petzold jî bi fîlmê “Roter Himmel”ê ‘Xelata Mezin a Juriyê’ girtin. Di sala 2021ê de li Festîvala Fîlman a Berlînê cudahîya zayendê hatibû rakirin û îsal ‘Xelata Lîstikvana Herî Serketî’ (Hirça Zêrîn) dan lîstikvana spanyolî Sofia Oteroyê ku di fîlmê “20.000 especies de abejas”ê de lîstibû.

Derhêner Tatiana Huezo bi belgefîlmê “The Echo” re ‘Xelata Belgefîlmê Herî Serketî’ girt û Xelata Rûmetê (Xelata Zêrîn) jî dan derhênerê hoste Steven Spielberg. Belgefîlmê derhênera kurd Ayşe Polatê yê bi navê “In the Blind Spot” jî îsal li bernameya Berlînaleyê ket pêşbazîyê. Belgefîlm, li ser çîroka Dayîkeke Şemîyê disekine û bi çêkerîya Mîtos Film, WDR–ARTE û Punkt.Punkt Filmê ve hate kişandin. *

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê her sal di beşên Pêşbazîya Bingehîn, Pêşbazîya Nifşê, Pêşbazîya Forûmê, Pêşbazîya Kurtefîlman, Pêşbazîya Belgefîlman û di hin beşên din ên derveyî pêşbazîyan de tê lidarxistin. 

Berlinale

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir