Xelatên Porteqala Zêrîn hate eşkerekirin
56’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê di navbera 26’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de hate li darxistin û xelatên festîvalê diyar bûn.
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrin cara 65’emîn hate li darxistin û îsal ji 29 dewletên cîhanê 69 derhêner bi fîlmên xwe ve beşdarî li festîvalê bûn. Xelatên festîvalê bi merasîmek hate eşkerekirin.
Fîlmê “Bozkir” ku ji aliyê Alî Ozer ve hatiye kişandin, di bernameya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn de, Xelatên “Fîlmê Herî Serketî”, “Derhênerê Herî Serketî û “Senaryoya Herî Serketî” jî têde 10 xelat wergirtin.
Di bernameya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn de, pevbestîner Selda Taşkin bi fîlmê xwe yê “Kuçuk Şeyler û Kronolojî” Xelata Cahîde Sonku girt. Fîlmên “Kuçuk Şeyler” û “Aşk, Buyu Vs” Xelata Taybet a Juriyê girtin. Derhênerê Japonyayî Joe Odagiri bi fîlmê xwe yê bi navê “They Say Nothing Stays The Same” re Xelata Fîlmê Herî Serketî girt.
Di Festîvalê de îsal cara yekem ji bo keda jinê û ji bo bîranîna hunermenda sînemayê Cahîde Sonku xelatek hate dayîn. Serokê Juriya Neteweyî derhênerê navdar Zekî Demîrkubuz û Latîfe Tekîn, Şebnem Bozoklû, Mert Firat û Emre Erkmen bûn endamên jurîyê. Şeva merasîma festîvalê bi konsera Cahît Berkay re bi dawî bû.
Xelatên 56’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê:
Xelatên Pêşbaziya Neteweyî:
Fîlmê Herî Serketî: fîlmê “Bozkir” / Derhêner: Alî Ozel
Derhênerê Herî Serketî: Alî Ozel / fîlmê “Bozkir”
Xelata Cahîde Sonku: Selda Taşkin, fîlmên “Kuçuk Şeyler ve Kronolojî”
Lîstikvana Herî Serketî: Selen Ucer, fîlmê “Aşk, Buyu, VS”
Lîstikvanê Herî Serketî: Alican Yucesoy, fîlmê “Kuçuk Şeyler”, Mucahît Koçak, fîlmê “Bozkir”
Lîstikvana Alîkar a Herî Serketî: Asli Înandik, fîlmê “Soluk”
Lîstikvanê Alîkar ê Herî Serketî: Ozan Dagara û Hakan Emre Unal, fîlmê “Bozkir”
Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Umit Çakmaksoy, fîlmê “Bozkir”
Muzîka Herî Serketî: Huseyîn Ozel, fîlmê “Bozkir”
Pevxistina Herî Serketî: Alî Ozel, Mahmut Aram, Yakup Înanli, fîlmê “Bozkir”
Derhênerê/a Dîtbarî ya/ê Herî Serketî: Meral Efe Yurtseven û Yunus Emre, fîlmê “Koronolojî”
Xelata Behlul Dal a Fîlmê Yekem: fîlmê “Bozkir” / Derhêner: Alî Ozel
Xelata Dr. Avni Tolunay a Juriyê ya Taybet: “Aşk, Buyu Vs” / Derhêner: Umit Unal) û “Kuçuk Şeyler” / Derhêner: Kivanç Sezer
Lîstikvanê Herî Serketî: Alican Yucesoy, fîlmê “Kuçuk Şeyler”, Mucahit Koçak, fîlmê “Bozkir”
Senaryoya Herî Serketî: “Bozkir” / Alî Ozel
Xelata Siyadê ya Fîlmê Herî Serketî: fîlmê “Aşk, Buyu, vs” / Derhêner: Umît Unal
Xelata Komeleya Derhênerê Fîlman a Fîlmê Herî Serketî: fîlmê “Bozkir” / Derhêner: Alî Ozel
Xelatên Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî:
Kurtefîlmê Herî Serketî: “Ablam” / Derhêner: Burcu Aykar
Xelata Juriyê ya Taybet a Kurtefîlmê Herî Serketî: “Aylin” / Derhêner: Ozan Yoleri
Xelatên Pêşbaziya Belgefîlmê ya Neteweyî:
Belgefîlmê Herî Serketî: “Kadinlar Ulkesi” / Derhêner: Şirin Bahar Demirel
Xelata Taybet a Juriyê ya Belgefîlmê Herî Serketî: “Either” / Derhêner: Rûken Tekeş
Xelatên Pêşbaziya Navneteweyî:
Fîlmê Herî Serketî: “Zaman Her Şeyi Siler, They Say Nothing Stays The Same” / Derhêner: Joe Odagiri
Derhênerê Herî Serketî: Reza Mirkarimi, fîlmê “Keleha Xeyalan” (Castle Of Dreams)
Lîstikvanê Herî Serketî: Hamed Behdad, fîlmê “Castle Of Dreams”
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
Lîstikvana Herî Serketî: Regina Case, fîlmê “Sê Havîn” (Three Summers)