Xelatên Rûmetê yên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê hatin eşkerekirin

Xelatên Rûmetê ku her sal ji aliyê Weqfa Lêkolînên Ragihandina Girseyê ya Cîhanê (Dünya Kitle İletişim Araştırma Vakfı) ve têne dayîn, diyar bûn. Îsal navên ku dê xelatên rûmetê bigirin hate eşkerekirin. Navên xelatgir wisa ne; ‘Xelata Kedê ya Azîz Nesînî’ Şerîf Sezer (lîstikvan), ‘Xelata Çinara Hûnerê’ (lîstikvan) Tamer Levent û ‘Xelata Ragihandina Girseyê’ jî dan li Başka Sînemayê.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê cara 31emîn dê di dîrokên 4-10 Pûşberê (Hezîran) bê li darxistin. Xelatên Rûmetê her sal ji aliyê aliyê Weqfa Lêkolînên Ragihandina Girseyê ya Cîhanê ve û di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de têne dayîn. Îsal li festîvalê dê navên ku xelatên rûmetê bigirin hatin eşkerekirin û navên xelatgir wisa ne; ‘Xelata Kedê ya Azîz Nesînî’ Şerîf Sezer, ‘Xelata Çinara Hûnerê’ Tamer Levent û ‘Xelata Ragihandina Girseyê’ jî Başka Sînema.

Xelat dê di dîroka 4 Hezîranê vekirina Mihrîcan a Fîlman a Enqereyê de bi merasîmek bigihîjin xwedîyên xwe. Daxûyaniya ku ji aliyê juriya 31emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî yên Enqereyê ve hate dayîn, di malpera Filmfestankara.org de weşandin.

Di daxûyaniya festîvalê de dibêje ku;

Xelata Kedê ya Azîz Nesîn

‘’Ji ber ku dema dest bi vî karî kir bi nimayên xûyakirinên afîşan ‘biranînên kesên din’ anî bîra temaşevanan, bi sedema ku tiştê rojavayî ji xwe dûr bikeve, ev nimayan bi lîstikvaniya xwe bihêz kiriye û di vê rê de qet xwe xera nekiriye û her pêşketî ye, me wekî jurîyên vê mihrîcanê biryar dan ku Xelata Kedê ya Azîz Nesînî bidin Şerîf Sezer.’’

Xelata Çinara Hunerê

Tamer Levent, hûnera listîkvaniyê tenê wek çalakiyek li ber kamereyan an jî li ser dikê nedîtiye. Xwestiye ku her rolên ku têdeye bi zanayî û bi berpirsiyarî birêve bibe. Bi lîstikvaniyê têr nebûye, herwiha nivîsîye û derhenerî kiriye. Ji bo çêkirinên hûnerî bigihîje her alî civakê ji destê wî çi bê kiriye. Her çiqas di demeke kurt de be jî rêvebirê yekemîn e ku bi dengê hûnermendan hilbijarî ye û rayê xwe ji bo biyekbûna huner û civakê û bandor li hevûdu bikin, bi kar anîye  Li gelek deverên cîhanê lîstiye, derheneriya lîstikan kirîye û fikrên xwe parve kiriye. Şanoyê cîhanê bi Tirkiyê re û şanoya Tirkiyê jî bi cîhanê re daye naskirin. Di fîlmên ku rol girt de her tim bi karakterên xwe di hişe temaşevanan de cih girtîye. Jiber ku ji zêdetirî 40 salan in weke lîstikvan, nivîskar, derhêner, afirîner û fêrker kedeke nayê jibîrkirin daye li hûnera lîstîkvanîyê, me ‘Xelata Çinarê Hûnerê’ da Tamer Leventê.

Xelata Ragihandina Girseyê

‘’Başka Sînema’ ya di 2013an de bi hevkarîya Başka Sînema Dagitim û Weqfa Kariyo & Ababay bi dirûşma ‘Ji bo me her roj mihrîcan’ derket rê, di fîlma xwe ya naskirinê de tema ya Evînê derxist pêş. Başka Sînema; ji bo kesên ku bi dil û can girêdayî sînemaya serbixwe û sînemaya hûnerê ne, heft sal in li çar aliyên welêt xebatên xwe didomîne. Li van bajaran de bi saya salonên sînemayên serbixwe fîlmên nû û afirênerên cîhanê dide naskirin. Û ji xeynî mihrîcanan jî fîlmên klasîk dide temaşe kirin. Jiber vê yeke em ev xalata ku bi navê ‘Xelata Ragihandina Girseyê’ bidin Başka Sînema yê.’’

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê dê di 4ê Hezîranê dest pê bike û heta dîroka 14ê Hezîranê berdewam bike.

Festîvala a ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Tûrîzmê ve û ji aliyê Weqfa Lêkolînên Ragihandina Girseyî ya Cîhanê ve têne li darxistin dê di navbera 4ê Hezîrana 2020an de destpê bike. Festîvala Fîlman a Navnetewî yên Enqereyê îsal 31emîn car xwe bigihîjîne hezkiriyên fîlmên serbixwe û sînemaya hûnerê ku li Enqerê dijîn. Sînemagerên ku dixwazin tevlî nîşandan an jî pêşbirkên fîlman bibin, dikarin heta 25 Adarê li ser malperê serlêdanê bikin bo festîvalê.

Nûçe-Nivîs: Mehmet Tekol

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: