Xelatên Yekîtiya Derhênerên Amerîkayê diyar bûn

Xelatên Yekîtiya Derhênerên Amerîkayê (DGA) îsal di dîroka 26’ê Rêbendanê de cara 72’yemîn hatin dayîn û yek ji fîlmên herî serketî û balkêş ên sala par “1917” yê Sam Mendes, xelata Derhênerê Herî Serketî stand û Alma Har’el bi fîlmê xwe yê bi navê “Honey Boy” re bû “Derhênera Herî Serketî ku Fîlmê Xwe yê Yekem Kişandiye”.

72’yemîn Xelatên Yekîtiya Derhênerên Amerîkayê (DGA) li Los Angelesê bi merasîmek hatin dayîn û îsal yek ji fîlmên herî serketî û balkêş ên sala par “1917” xelata Derhênerê Herî Serketî girt.. Fîlmê “1917” di Girovera Zêrîn de xelatên Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî wergirtin û di 10 beşan de bo Oscarê bû berendam. Di bernameya Xelatên Yekîtiya Derhênerên Amerîkayê de, Alma Har’el bi fîlmê xwe yê bi navê “Honey Boy” re bû “Derhênera Herî Serketî ku Fîlmê Xwe ya Yekem Kişandiye”.

Xelatên Yekîtiya Derhênerên Amerîkayê:

Di beşa Sînemayê de

Derhênerê Herî Serketî

Sam Mendes / 1917

Derhênera Herî Serketî ku Fîlmê Xwe ya Yekem Kişandiye

Alma Har’el / Honey Boy

Derhênera/ê Herî Serketî (Belgefîlm)

Steven Bognar û Julia Reichert / American Factory

Di beşa Televîzyonê de

Derhênera Herî Serketî (Drama)

Nicole Kassell – Watchmen / “It’s Summer and We’re Running Out of Ice”

Derhênerê Herî Serketî (Komedî)

Bill Hader – Barry / “ronny/lily”

Derhênerê Herî Serketî (Fîlmê TV an jî Rêzefîlmê Biçûk)

Johan Renck / Chernobyl

Derhênerê Herî Serketî (Bernameyên Şahî, Werziş an jî Nûçe)

James Burrows – All in the Family ve The Jeffersons & Andy Fisher – Live in Front of a Studio Audience

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d