Xelatên Yekîtiya Derhênerên Dîmenê diyar bûn
Xelatgirên 34’emîn Xelatên Yekîtiya Derhênerên Dîmenê yên Amerîkayê (ASC) di dîroka 25’ê meha Çileyê de hat eşkerekirin û îsal derhênerê dîmenê Roger Deakins bi fîlmê “1917” re xelata Fîlmê Herî Serketî girt.
Xelatên Yekîtiya Derhêner ên Dîmenê yên Amerîkayê (American Society of Cinematographers ) îsal cara 34’emîn hatin dayîn. Di Xelatên Yekîtiya Derhêner ên Dîmenê yên Amerîkayê de, derhênerê dîmenê Roger Deakins bi fîlmê “1917” re xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Fîlmê “1917” ji aliyê derhêner Sam Mendes ve, bi tenê planek hatiye kişandin û qala Şerê Cîhanê yê Yekem, dike.
Xelatgirên 34’emîn Xelatên Yekîtiya Derhênerên Dîmenê yên Amerîkayê (ASC):
Fîlmê Herî Serketî:
Roger Deakins / 1917
Xelata Spotlightê:
Jarin Blaschke / The Lighthouse
Belgefîlmê Herî Serketî:
Fefmi Daut, Samir Ljuma / Honeyland
Beşa Rêzefîlmê ku Reklama Wê Hatiye Weşandin:
Kim Miles / Project Blue Book, “The Flatwoods Monster”
Beşa Rêzefîlmê ku Bêreklam Hatiye Weşandin:
Colin Watkinson / The Handmaid’s Tale, “Night”
Rêzefîlmê Biçûk / Beşa Pîlotê:
John Conroy / The Terror: Infamy, “A Sparrow in a Swallow’s Nest”
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com