Xelatên Yekîtiya Rexnegirên Fîlman a Los Angelesê diyar bûn

Xelatên Yekîtiya Rexnegirên Fîlman a Los Angelesê ku bi dengên 60 rojnamevanên Amerîkayê diyar dibe, hate eşkerekirin ku îsal “Parasite” bû Fîlmê Herî Serketî û xelata Derhênerê Baştirîn jî stend.

Xelatên Yekîtiya Rexnegirên Fîlman a Los Angelesê ku bi dengên 60 rojnamevanên Amerîkayê diyar dibe, hatin eşkerekirin. Xelatan her sal di 14 beşan de têne dayîn û îsal fîlmê “Parasite” yê Bong Joon-ho, Xelata Fîlmê Herî Serketî û fîlmê “Marriage Story” yê Noah Baumbach, Xelata Senaryoya Herî Serketî girtin.

Fîlmê Herî Serketî:

Parasite (Gisaengchung)

Derhênerê Herî Serketî:

Bong Joon-ho – “Parazit”

Lîstikvana Herî Serketî:

Mary Kay Place – “Diane”

Lîstikvanê Herî Serketî:

Antonio Banderas – “Dolor y Gloria”

Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî:

Jennifer Lopez – “Hustlers”

Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî:

Song Kang-ho – “Parazit”

Senaryoya Herî Serketî:

Noah Baumbach – “Marriage Story”

Derhênera Dîmen a Herî Serketî:

Claire Mathon – “Portrait de la Jeune Fille en Feu” û Atlantics “Atlantique”

Sêwirana Produksiyona Herî Serketî:

Barbara Ling “Once Upon a Time in Hollywood”

Pevxistina Herî Serketî:

Todd Douglas Miller – “Apollo 11”

Muzîka Herî Serketî:

Dan Levy – “J’ai Perdu mon Corps”

Fîlmê Herî Serketî di Zimanê Biyanî de:

“Dolor y Gloria”

Belgefîlmê Herî Serketî:

American Factory

Anîmasyona Herî Serketî:

J’ai Perdu mon Corps

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: