Xewn û hêviya Ingmar Bergmanî

Nivîs-Amadekar: Rûmet Med

Dema ku behsa sînemaya Ingmar Bergmanî tê kirin, ewilî xew û xewn tên bîra mirovan. Ji ber ku sînemagerê mezin ê sînemaya cîhanê Bergman fîlmên xwe wekî herikîna xewn û xiyaleke bandorker honandine. Piraniya fîlmên wî li ser diyardeyên binbîr û hişê disekine û bi zimanekî resen, estetîk û helbestkî balê dikişînin pirsgirêkên civakî û takekesî. Di fîlmên derhênerê mezin de mijarên derûnnasî û hestên mirovan, xwe dide der û gelek berhemên Bergmanî ji bo dîroka sînemayê bûne klasîk.

Derhêner û senarîstê navdar Ingmar Bergman, di sala 1918’ê de li Stokholmê, serbajarê Swêdê hatiye dinê, û demekê li beşa Wêje û Hunerê ya Zaningeha Stockholmê xwendiye û ji ber pirsgirêkên aborî perwerdehiya wî nîvçe maye. Bergman piştî zanîngehê, li Opereya Şahitî ya Stockholmê bûye alîkarê rejîyê, û berî sînemayê, derhêner-nivîskariya şanoyan kirine û paşê jî senaryoyên hin fîlmên derhêner û şanoger Alf Sjöbergî nivîsandine. Bi senaryoya fîlma “Hets” ya Alf Sjöberg re li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê xelata mezintirîn wergirtiye.

“Bêhna xewê û hêstirê/rondik ji te tê…”*

Ingmar Bergman, di 1945’ê de fîlma xwe ya yekem a bi navê “Kris” ku qala piştî dema Şerê Cîhanê yê Duyemê dike, dikişîne û bi fîlma “Smiles of a Summer Night” (1955) re li hemû cîhanê tê nasîn. Derhênerê hoste di navbera salên 45- 50an de ji zêdetirî bi dehan fîlm kişandine û di sala 1957’ê de bi fîlmên xwe yên “The Seventh Seal” û “Wild Strawberries” re bandoreke mezin li sînemayê kiriye.

Fîlma wî ya bi navê “The Virgin Spring” (1961) di beşa Fîlma Biyanî ya Baştirîn de xelata Oscarê wergirtiye. Piştî salekê bi fîlma xwe ya “Through A Glass Darkly” ku li ser nesaxiya şizofrenî disekine, li Xelatên Akademiyê di heman beşê de cara duyem Xelata Oscarê hilgirtiye. Yek ji berhemên sereke yên wî ya “Persona” ku di sala 1966’ê de bi cureya dramayê hatibû kişandin, wekî “The Seventh Seal”ê ji bo dîroka sînemaya cîhanê berhemeke gelek girîng e û ji gelek beşan 7 xelat wergirtine.

Derhêner Ingmar Bergman ji ber sedemên bacê, di 1976’ê de li Elmanyayê bi cih bûye û piştî 8 salan dîsa vegeriya li Swêdê. Bergman, bi fîlma xwe ya “Fanny and Alexander” re ji nû ve ji bo Xelatên Akademiyê bûye berendam û di beşa Fîlma Biyanî ya Baştirîn de cara sêyem Xelata Oscarê girtiye û piştî fîlma xwe ya dawî “Fanny and Alexander”, di projeyên şano û televîzyonan de xebitiye.

Filmên din ên derhênerê nemir Ingmar Bergmanî ku gelek tê zanîn wisa ne; “Summer with Monika” (1953), “The Virgin Spring” (1960), “Winter Light” (1963), “Tystnaden” (1963), “Shame (1968)”, “The Hour of the Wolf” (1968), “En Passion” (1969), “Cries and Whispers” (1972), “Scenes from a Marriage” (1973), “Face to Face” (1976), “Höstsonaten (1978)” û rêzefîlmê “Sarabanda” (2003).

“Bi tenê şerm/fedî dikare cîhanê rizgar bike…”**

Derhênerê mezin Ingmar Bergman di jiyana xwe ya hunerê de ketiye li pey wateya jiyanê û ji zêdetirî 50 berhem afirandine. Bergman, digel derhênerên navdar ên Andreî Tarkovsky, Akira Kurosowa, Theodoros Angelopoulos, Krzysztof Kieslowskî re yek ji pêşengên rêbaza Sînemaya Helbestkî ye û di sala 2007’ê de çûye dilovaniya xwe.

Çavkanî:

https://en.wikipedia.org/wiki/Ingmar_Bergman

*“Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” Amadekar: Riza Oylum. Rûpel: 21, 22. Başka Yerler Yayınları (2013)

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 14, 15). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

* Ji fîlma “Persona” – (1966) / Derhêner: Ingmar Bergman

** Gotineke Ingmar Bergmanî

Ji bo Fîlmografiya Ingmar Bergmanî: https://www.imdb.com/name/nm0000005/

Dîrok: 28ê Îlona 2020

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir