Xêzekovara bi kurdî “Zrîng” derdikeve
Xêzekovara bi kurdî “Zrîng” di meha Cotmehê (Kewçer) de bi Edîtoriya karîkaturîst Dogan Guzel re dest bi weşana xwe dike.
Li gorî nûçeya ku di Mezopotamya Ajans’ê de cih digire, di meha Cotmehê de Xêzekovara bi kurdî “Zrîng” bi Edîtoriya karîkaturîst Dogan Guzel re weke 32 rûpel bi zaravayên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî yên zimanê Kurdi derdikeve.
Piştî Kovarên Tewlo, Pîne û Golik’ê xêzekovareke bi kurdî “Zrîng” dest bi weşanê dike û kovara “Zrîng” weke mehane dê bê weşandin.
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com