Xurtkirina  Muhteşemîya Romana Helaleyê

Nivîs: Welat Ramînazad

 “Helale nebihîst. Ew hêj difikirî. Gelo ev hembêz hembêzeke bawerpêkirî ye? Gelo ev hembêz war û hêlîneke ji bo bêhnvedan û vehesînê? Bêhnvedana piştî betilîn û westîneke dûr û dirêj, westîna rêyeke dûr û dirêj, westîna can.” (r. 59)

Çawa dibe ku mirovek, mêrek heqê, hêza, şîyana, wêrekîya kuştina mirovekî; mêrekî yan jinekê di xwe de dibîne? Çawa dibe ku mêrek dikare hezkirî, xoşewîst  an jî hevjîna xwe bikuje? Bi rastî ez fehm nakim ku evîndarek, aşiqek, dildarek çawa dikare hevrêya xwe, hezkirîya xwe, xoşewista xwe bikuje?

Di vê serdemê de kuştina mirovan bûye dîyardeyeke îstatistîkî, objeyek, tiştekî normal, jirêze, dubarekirî, hînbûyî, bêhîs, robotane… Bi taybetî jî kuştina jinan… Di dinyayê de her roj bi hezaran jin tên kuştin. Di rûpela sêyem a rojnameyan de her roj çend nûçe li ser kuştin û şîdeta li ser jinan in…

Edebîyat, sînema, hunerên din tam jî ji vê re îtiraz dikin. Li hemberî neînsanbûnê, edebîyat û hunerên din serî hildidin, seba însanbûnê diqîrin û hewla însanbûnê geştir dikin. Edebîyat, mînakeke jirêzê dike tiştekî derrêze; bêhîsî,  hînbûn û dubarebûnê serobino dike, objebûnê dişkîne, merivan dide fikirandin, ji nû ve hestiyarî û êşê zindî dike, şînê dide girêdan. Di vê peywendê de romana Grewî Bextî Helale ya Eta Nehayî wek Helale veguhestine ser Kurmancîyê. Ev berhemeke gewre, resen û hêja ye.

Helale navê karaktera sereke ya romanê ye jî. Mirov dibêje qey nivîskarê vê romanê di nav bi hezaran nûçeyên kuştina jinan de, di rûpela sêyem a rojnameyekê de xebera kuştina jinekê dîtiye, xwastiye romana wê qetlê binivîse. Erê, romana Helale tam jî zelalkirin û nasandina qetla jinekê ye. Jineke Kurd a penaber ku mêrê wê li Swêdê ew kuştiye. Helale romaneke felsefîk e. Ez bi xwe ji sedî nod û neh bi dîyakletîkê, ji sedî yek jî bi qederê bawer dikim. Lê di emrê însanan de bi piranî ew beşa ji sedî yekê dîyarker dibe. Rewşa meriv gelek caran ji ber wê para hindik xira dibe. Cîyawazîya romanê ev e: Nivîskar tê de qeder, bext û şansê karaktera xwe Helaleyê problematîze dike. Heger meriv navê romanê motamot veguhezîne dibe Qûmara Bextê Helaleyê. Qedereke, bextekî wisa ye ku encam kuştin e. Nivîskar li ser dîyakletîka jîyana Helaleyê rêjeya ji sedî yekê, qûmara qedera wê rave dike.

Helale romaneke mantiqî û rexneyî ye. Vegotin wekî problemeke mantiqî perçe bi perçe tê hûnandin, xwînerên xwe dide fikirandin. Xwîner jî bi nivîskarî re li heman kêlîyê digerin; kêlîya ku Helaleyê di qumara qedera xwe de xeletî kir. Wekî din jî nivîskar netewebûnê, civaka me, exleqê civakê, têkîlîyên wê, zayenda civakî, pederşahî, namûs, têkîlîya bav û kur, koçberî û penaberîyê bi şêwazeke rexneyî mîna albûmeke wêneyan yek bi yek nîşanî me dide.

Di romanê de jîyana Helaleyê bi uslûbeke sade, kûr, têrhûrgilî û sermestkir tê vegotin. Bandora vê uslûbê em di her hevok û paragrafê de dibînîn:“Teslîm nebe Helale. Raneweste, bireve. Wek wan hemû salan ku tu reviyayî û bazdayî. Bi tirs û erjengî, tu ji wê sîber û şehbeta reş û bêmirês reviyayî. Ji wê sîber û şehbeta girs û qerase ku li dû te bû. Vêga jî li dû te ye Helale. Bi piyên xwe yên dirêj û gavên xwe yên berz û bilind, bi destên xwe yên mezin û ji hev belavbûyî. Ma ne tu bi xwe bûyî ku te digot destên wî yên mezin hertim ji hev belavbûyî ne, li rasta sînga wî yan li raserî serê wî. Çi di destê wî de ye Helale?Xencer? Tiştekî mîna xencerê? Ew sîber û şehbet ne sîber û şehbeta însan e. Sîber û şehbet û pêjna mirinê ye ku  dixwaze bigihe te û hilkute ser laş û canê te. Dixwaze bigihe te û te di hembêza xwe ye reş û bimirês de zeft bike. Tu yê di hembêza wî de winda bibî  Helale. Bireve… bazde… ez ji te rica dikim bireve. Wek hemû salên emrê te ku tu kolan bi kolan ji wî bazdayî. Tu çiya bi çiya, kevir û kevir, şikeft bi şikeft ji wî reviyayî. Dol bi dol, derbend bi derbend, hêrem bi hêrem û welat bi welat. Dîsa bireve Helale… dîsa bazde…” (r.185)

Di Helaleyê de em ji dawîyê ber bi destpêke ve û ji parçeyan ber bi temamê ve tên. Derbarê jîyana Helaleyê de her pirsa me bi xwendinê safî dibe. Wekî xaçepirsekê em bi xwendinê re Helaleyê û jîyana wê hinekî din nas dikin: Em Helaleyê, welatê wê, malbata wê, birayê wê, bavê wê, êl û gundê wê, kesûkarên wê, zarokîya wê, naşîbûna wê, têkîlîya wê û derdorê, dilketina wê ya ewilî, jîyana wê ya li welat û li Swêde, zewaca wê ya bi Şêrzadî re, xwendekarîya wê, jidayikbûna wê, dostanîya wê û Seîdê Rehmanî fahm dikin…

Eta Nehayî têkîlîyên civakî û dinyaya derûnî, ruhî, hişî ya karakterên xwe, bi taybetî jî rewşa Helaleyê wekî psîkolog û sosyologekî ji binî ve nîşanî me dide. Em xurtîya romanê herî zêde jî ji vê hêlê ve dibînîn û nivîskar afirînerîya xwe di vir de nîşan dide: “Gelo ji wê demê ve çend sal derbas bûbûn? Pênc… Şeş… Ji wê demê ve êdî ti kesî jê re negotibû ez ji te hez dikim. Kesî newêrîbû doza maçekê lê bikira. Helale fikirîbû. Gelo kesê yekem wê kê jê re bêje ez ji te hez hez dikim? Wê kê doza maçekê lê bike? Wê kê devê xwe bi hinarik an lêvên wê ve bîne? Helale hest bi du lêvên şil û germ li ser hinarikên xwe yan li ser lêvên xwe kiribû. Tevzînok bi laşê ketibûn.  Bi tevgera hêrsokî ya ser û destê xwe, ew hest ji dûr kiribû.”  (r. 117)

Di romanê de nivîskar wekî dozgerekî tevdigere, dîyalektîka jîyana Helaleyê nîşanî me dide û bi me dide pirsîn ka Helaleyê li kû xeta kiriye, xeletîya wê di kû de ye ku encama jîyana wê wisa bûye. Helale di qumara qedera xwe de li kû têk çûye ku encam bûyê kuştin; ji me dipirse. Di ber re jî xwîneran hişyar dike ku ew li ser qeder, bext û jîyana xwe bifikirin.

Baş e, Helaleyê di kû dera qumara qedera xwe de şaşî kirîye? Ji bo ku em bikaribin bersiva vê pirsê bidin divê pêşî em bipirsin ka Helale çima hat kuştin? Helale li Swêde bi Şêrzad re dizewice, zarokekî wan jî çêdibe. Dûv re navbera Helale û Şêrzadî xira dibe, nikarin li hev bikin û  hev berdidin. Çima di navbera Helale û Şêrzadî de nakokî dest pê dikin, bo çi ew li hev nakin?

Helale û mamosteyê wê yê zanîngehê Seîdê Rehmanî yê Kirmanşanî, dibin hevalên jidil, dibin dostên hev. Mirov dikare bibêje ku evîneke negotî di navbera wan de diqewime. Şêrzad her ji vê hevalî û dostanîyê aciz dibe, dibêje sedema serobinobûna jîyan û zewaca me ev dostanî ye, her tim Seîdê Rehmanî sûcdar dike.

Kêmasîya romanê di vir de dertê: Ne em dibînîn Şêrzad xwe rexne dike, sûc di xwe de dibîne û ne jî nivîskar Şêrzadî didarêzine, ji wî re dibêje “sûcdar tu bi xwe yî”. Şêrzad penaberekî neentegrebûyî ye, serneketî ye, tu plan û armancên ku xwestiye pêk bîne bi serî nekirine. Şêrzad li hemberî Seîdê Rehmanî xwe kêm dibîne, dikeve kompleksê, hêsûdîya wî dike. Ger Şêrzad plan û armancên xwe pêk anîbûna Helale jî dê nehata kuştin. Gelo mêrek xoşewîst û hevjîna xwe ji ber serneketîbûn, qelsî, bêhêzîya xwe dikuje? Lê ev jî heye: Civak li merivan dike mecbûrîyet lê ma qey ferz e her mêr/meriv serkeftî û hêzdar be?

Pirsa ku kûrtir û geştir bibe ev e: Şêrzadê ku ji bo hezkirîya xwe, bona Helaleyê terka welatê xwe dike tê Swêdê, li wir çima û çawa dikare xoşewîsta xwe, hevjîna xwe bikuje? Heke nivîskar bikariya bersiva vê pirsê bida, wek dîyardeyeke sosyolojîk kuştina jinan jî dê zelal û îzah bikira, felsefîkbûna romanê jî wê bi pêş bixista.

Şêrzad bi kesayet û karakterê xwe nîvcobûna Helaleyê temam nedikir, bersiva arezûya Helaleyê nedida. Dibe ku lihevrasthatina Şêrzad û Helaleyê xelet bû. Di encama vê xeletîye de Helale tûşî wê qederê bû. Di vir de jî divyabû lihevrasthatin bihata kolan û problematîzekirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir