Yek Ji Hosteyên Rêbaza Rastîbîniya Nû: Luchino Visconti

Nivîs: Rûmet Med

Derhênerê navdar ê Îtalyayê Luchino Visconti wek pêşengê Rastîbîniya Nû ya Îtalyayê (Neorealîzm) tê qebûl kirin û fîlmê wî yê “Ossesione” (1942) ji bo vê rêbazê gelek girîng e. Mijarên fîlmên derhênerê; rojane û dîrokî ne û Visconti di fîlmên xwe de analîza têkiliyên mirovan dike û li ser rewşa ruhî ya mirovan, hesreta bextewarî/şadî û hesta wêrekî sekinine.

Sînemager Luchino Visconti, di sînemaya Îtalyayê de wekî derhênerên navdar Bernardo Bertolucci, Federico Fellini, Lina Wertmüller, Roberto Rosellini, Michelangelo Antonioni, Liliana Cavani, Pier Paolo Pasolini, Vittorio De Sica, birayên Paolo û Vittorio Taviani yek ji derhênerên herî serketî ye û bandoreke mezin li hunera heftemînê kiriye.

Luchino Visconti di sala 1906’ê de li bajarê Milanoyê hatiye dinyayê, li dibistana siwariyê xwendiye û li cotgeha bavê xwe bûye mêter (seyîs). Visconti di sala 1936’ê de çûye li Parîsê ku li wir wî û Jean Renoir hev naskirine. Di destpêka salên 40’an de jî bi nivîskarên kovara “Cinema”yê re ketiye têkiliyê û armanca vê kovarê ‘rastîna xwerû’ ye.

Derhêner, di sala 1943’ê de yekem fîlmê xwe yê bi navê “Ossesione” dikêşîne ku ev fîlm weke destpêka rêbaza Rastîbîniya Nû ya Îtalyayê tê qebûl kirin û dikeve li pey ‘rastîna xwerû’. Mijara fîlmê, ji romana “The Postman always rings twice”yê ya nivîskarê Amerîkayî James M. Cainî ji bo sînemayê hatiye kişandin. Luchino Visconti, di vî fîlmê xwe de qala mirovên ku bûne dîlên axwînên xwe kirine û gelek sehneyên fîlmê “Ossesione” sansûr kirine ku ji ber vê jî fîlm bi awayekî sansûrkirî ketiye vîzyonê.

Luchino Visconti bo demekê fersenda çêkirina projeyên fîlman peyda nake û derhêneriya hin lîstikên şanoyê yên Fransizê dike. Derhêner, di 1948’ê de bi fîlmê xwe yê sêyem ê “La terra trema” re ji nû ve vedigere li hunera heftemîn ku çîroka ev fîlmê wî li ser jiyan û pirsgirêkên masîvanên welêt e û yek ji mînakên baştirîn ên Rastîbîniya Nû ya Îtalyayê ye. “La terra trema” li Festîvala Fîlman a Venedîkê xelata Taybet girtibû û di lêkolîneke sala 1962’e de hatibû kirin de jî bûbû yek ji “10 Fîlmên Baştirîn ên Cîhanê”. Piştî sê salan, fîlmê wî yê nû “Bellissima” derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Derhêner Visconti, di sala 1954’ê de fîlmekî dîrokî yê “Senso” kişandiye ku ev fîlm li Festîvala Fîlman a Venedîkê xelat girtibû û li Îtalyayê rûbirû bi sansûrê mabû. Di 1957’ê de, fîlmê wî yê ku klasîkeke sînemayê “Le Notti Bianche” tê û ev fîlm ji romana “Şevên Spî” ya wêjekarê mezin ê rûs Dostoyewskiyî ji bo sînemayê lê hatiye anîn ku qala çîroka evînekê dike. Romana “Şevên Spî” ji aliyê nivîskar û wêjekarê navdar ê kurd Firat Cewerî ve ji bo Kurdî hatibû wergerandin û cara yekem di sala 1993’ê ji Weşanên Nûdemê derketibû.  Fîlmê “Le Notti Bianche” ji aliyê wergêrê kurd Brahîm Ronîzêr ve ji bo temaşevanên sînemayê bi Kurdî hatiye wergerandin ku temaşevan dikarin fîlmê Viscontiyî li platforma Youtubeê weke jêrnivîs/binnivîs temaşe bikin.

Di dawiya salên 50’an de fîlmê xwe yê “Rocco e i suoi Fratelli” (1960) qedandiye û fîlm, qala çîroka malbetekê ku ji Îtalyaya Başurê koçî li bajarê mezin kirine, dike. Derhênerê hoste piştî sê salan ji nû ve fîlmekî dîrokî dikêşîne, fîlmê “II Gattopardo” (1963) li ser jiyana Garibaldiyî ye û têkoşîna wî ya ji bo Îtalyayeke yekbûyî nîşan dide.

Di navbera salên 1967-71’an de, fîlmên Luchino Viscontiyî de lêanînên wêjeyê cihekî girîng digirin. Di van salan de; hin berhemên wêjakarên mezin ên Albert Camûs, William Shakespeare û Thomas Mannî  ji bo perdeya sînemayê hatine kişandin. Di vê demê de “La straniero” (1967) heye ku ji romana Albert Camûsî ji bo hunera sînemayê lê hatibû anîn. Li dû vî fîlmê, sêbareya dîrokî ku ji mijarên Elmanê pêk tê, têne kişandin.

“La Caduta Degli Dei” (1969) yekem fîlmê sêbareyê ye, dewra Reich (III.) û bûyerên vê demê tîne perdeya spî. Fîlmê duyemîn ê bi navê “Morte a Venezia” (1971) dîsa lêanîneke wêjeyê ye ku ji çîroka Thomans Manî hatiye afirandin û jiyana Gustav Mahlerî nîşan dide. Luchino Visconti di fîlmê dawî yê sêbareya dîrokî de qala jînenîgariya Qralê Bavyerayê Ludwigî II. kiriye û fîlmê “Ludwig” (1972), bi qaîdeyên romantîzmê hatiye kişandin, lê hin sehneyên wî ji fîlmê hatine derxistin û ji ber vê jî derhêner nexwestiye ku fîlmê wî li salonên sînemayê bête nîşandan.

Derhênerê navdar Luchino Visconti, di sala 1974’ê de fîlmê bi navê “Gruppo di famiglia in un interno” dikêşîne û piştî vî fîlmê, fîlmê wî dawîn, “L’innocente” (1976) tête kişandin ku derhêner heta mirina xwe li ser pevxistina vî fîlmê xebitiye. Gelek fîlmên derhêner û senarîstê mezin Luchino Viscontiyî, li Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Cannesê, Venedîkê, Bodilê hatine nîşandan û xelat girtine, û wî ji bilî fîlmên xwe di gelek projeyên fîlman de jî cih girtine. Luchino Visconti di 1976’ê de li Romaya Îtalyayê çûye ser dilovaniya xwe.

Fîlmên din ên Luchino Visconti: “Giorni Di Gloria” (1945), “Bellisima” (1951), “Siamo Donne” (1953), “II Lavoro” (1961), “Vaghe Stelle Dell’orsa/Sandra” (1965), “La Strega Bruciata Viva” (1966).

https://en.wikipedia.org/wiki/Luchino_Visconti

https://tr.wikipedia.org/wiki/Luchino_Visconti

https://www.imdb.com/name/nm0899581/

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 186, 187). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir