Yekem Fîlmê Pevxistina Zanistî/Fezayê: “Rêwîtiya Ber Bi Hîvê” (1902)

Yekem fîlmên cîhanê di dawiya sedsala 19. de ji aliyê derhênerên wekî Birayên Auguste-Louis Lumière û Alice Guy-Blaché ve li Frensayê hatin kişandin.

Yekem fîlmê Pevxistina Zanistî/Fezayê bi navê “De La Terre A La Lune” (1902) ji aliyê Derhênerê Frensayê Georges Méliès re hatiye nivîsandin û kişandin. (Vê fîlm ji aliyê hin Lêkolîner û Dîroknasên sînemayê ve weke yekem fîlmê bisenaryo tê pejirandin.)

Ji destpêka hunera sînemayê bi vir de di dîrokê de gelek fîlmên Pevxistina Zanistî/Fezayê wekî yên; “A Trip to the Moon” (1902), Derhêner: Georges Méliès. “2001: A Space Odyssey (1968), Derhêner: Stanley Kubrick. “Solaris” (1971) Derhêner: Andreî Tarkovsky, “Alien” (1979) Derhêner: Ridley Scott. “Apollo 13” (1995) Derhêner: Ron Howard. “Sunshine” (2007) Derhêner: Danny Boyle. “Moon” (2009) Derhêner: Duncan Jones. “Gravity” (2013) Derhêner: Alfonso Cuarón. “Interstellar” (2014) Derhêner: Christopher Nolan û “The Martian” (2015) Derhêner: Ridley Scott, hatine kişandin.

Mijara Kurtefîlmê “Rêwîtiya Ber Bi Hîvê” (1902), li ser çîroka komeke Stêrgeran (Anstronot) û Profesorê ye, ji cîhanê ber bi fezayê derdikevin rê û li wir ji aliyê xwecihên ku li Hîvê dijîn ve têne dîl kirin. Fîlm, hewlên rêwiyên ên Hîvê ku ji bo vegera cîhanê û pêvajoya serpêhatiyên wan nîşan dide.

Yek ji fîlmên herî kevin ên sînemaya cîhanê “Rêwîtiya Ber Bi Hîvê”, di şert û mercên dema xwe de fîlmeke balkêş e û ligel ku hemû negengaziyan, fîlm bi gelek efektên dîtbariyên xwe yên resen û afmosfera xwe ve, di dîroka sînemayê de ji bo temaşevan û xwendevan û lêkolînerên sînemayê fîlmeke girîng e.

Senaryoya fîlmê “Rêwîtiya Ber Bi Hîvê” ji çîroka nivîskarê navdar ê cîhanê Jules Verneyê ji bo sînemayê lê hatiye anîn.

“De La Terre A La Lune” (Rêwîtiya Ber Bi Hîvê / A Trip To The Moon) – 1902 / Derhêner û Senaryo: Georges Méliès

Çavkanî:
“Fîlm” – Michael Wood / Weşanên Dost, Rûpel: 31, 32 û 34. Ji Beşa “Hızlı Bir Tarihçe”

“Sinema Tarihinin Ilk Kadını: Alice Guy-Blache” / Ceyda Canbey (Gotar)

“Sedsala Sînemayê” (Sinemanın Yüzyılı) – Nivîskar: Giorgio Vincenti / Weşanên Evrensel, Rûpel: 28.

https://rumetmed.blogspot.com/2019/02/yekem-derhenera-jin-alice-guy-blache.html

Uzay Filmleri Sevenlerin Mutlaka İzlemesi Gereken 10 Film

Nivîs û Amedekar: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: