Yekem Fîlmên Bêreng, Rengîn û Bideng ên Cîhanê

Wekî tê zanîn ku yekem fîlmên cîhanê; kurtefîlmê bi navê “L’arrivée D’un Train en Gare de La Ciotat” (Têketina Trênê ji Gara Ciotatê re) – 1895 û kurtefîlmê “La Sortie Des Usines Lumière à Lyon” (Karkerên ku ji Fabrîqeya Lumière Derdikevin) ‘1895’, ji aliyê Birayên Lumière (Auguste û Louis Lumière) ve weke bêreng hatine kişandin.

Her du fîlm, bi gelek fîlmên din ve di sala 1895’ê de li Parîs a Fransayê di cafeyekê de hatine nîşandan.

Li dû salekê vê ango di sala 1896’ê de, ji aliyê yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché re yekem fîlma biçîrok “La Fée aux Choux” hate kişandin û li gorî hin agahiyan Derhênera Frensî Alice Guy-Blaché ji zêdetirî 1000î fîlman kişandiye.

Bi van fîlman ve, di destpêka sînemayê de gelek Derhêner û Çêkerên wekî Auguste Marie Louis Nicolas, Louis Jean fîlman kişandin û temaşevanên sînemayê her ku diçe zêde bûn. Di sala 1902’ê de fîlmeke bi navê “Le Voyage Dans La Lune” ji aliyê Derhênerê Fransayê Georges Méliè re weke bêdeng hatiye kişandin û ev fîlm yekem fîlma “Pevxistina Zanistî” ya sînemaya cîhanê ye û qala rêwîtî û geşta heyvê, dike.

Yekem fîlma rengîn a cîhanê, weke fîlma bi navê “Annabelle Serpentine Dance”ê (1894) ya William Kennedy Dickson tê pejirandin.

Piştî vê fîlmê, di sala 1899/1902’ê de ji aliyê Sînematograf û Dahênerê Îngilîz Edward Raymond Turner re hin dîmenên rengîn hatine kişandin. Van dîmenên bireng di Arşîva Neteweyî ya Enstîtûya Fîlman a Britishê (BFI) de ne û ji aliyê Kuratorê Muzeya Medyaya Neteweyî ya Bradfordê Michael Harvey re hatine peydakirin û ji qada dijîtal re hatine veguhestin. Di destpêka vîdyoyê de; Sê Zarok, Tûtî, Gulberojk û Fanûseke têne dîtin.

Her wiha di sala 1918’ê de bi navê “Cupid Angling” kurtefîlmekî ji aliyê Derhêner Leon F. Douglass re hatiye kişandin. Ji vê fîlmê piştî salan, di sala 1939’ê de, yekem filmên dîrêj û rengîn ên dîroka sînemayê bi navê “The Wizard f Oz” û “Gone With The Wind” ên Derhênerê Amerîkayî Victor Flemingê, hatine kişandin.

Fîlma bi navê “The Dickson Experimental Sound Film” yên Dickson ú Thomas Edisonê, yekem fîlma bideng a cîhanê ye û bi bikaranîna Kinetophone re hatiye kişandin.

Nivîs: Rûmet Med (Rûmet Onur Kaya)

Çavkanî:
“Fîlm” – Michael Wood / Weşanên Dost, Rûpel: 31, 32 û 34. Ji Beşa “Hızlı Bir Tarihçe”

“Sinema Tarihinin Ilk Kadını: Alice Guy-Blache” / Ceyda Canbey (Gotar)

“Sedsala Sînemayê” (Sinemanın Yüzyılı) – Nivîskar: Giorgio Vincenti / Weşanên Evrensel, Rûpel: 28.

https://rumetmed.blogspot.com/2019/02/yekem-derhenera-jin-alice-guy-blache.html

-https://www.filmloverss.com/sinema-tarihinden-20-ilk/

https://www.bbc.com/turkce/multimedya/2012/09/120914_vid_oldest_colour_film

https://www.imdb.com/title/tt0032138/

https://www.imdb.com/title/tt0031381/

https://www.imdb.com/title/tt0177707/

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: