Yekem fragmana fîlmê “Cats”ê hate weşandin!
Yekem fragmana fîlmê “Cats” yê derhênerê navdar İngilîz Tom Hooperê hate weşandin.
Di fîlmê “Cats”ê de lîstikvanên navdar ên sînemayê; Judi Dench, Jennifer Hudson, James Corden, Taylor Swift lîstine û senaryoya fîlmê ji aliyê Top Hooper û Lee Halt ve hatiye nivîsandin.
Derhênerê navdar Tom Hooper bi fîlmên xwe yên The King’s Speech û Les Misérables ve Xelatên Oscarê wergirtibû.
Çîroka fîlmê “Cats” ji pirtûka bi navê “Old Possum’s Book of Practical Cats” ya nivîskarê navdar TS Eliotî, ji aliyê Muzîkala Cats’ê ve lê hatiye anîn û bi efektên dîtbarî yên bikalîte, muzîk û reqsên cuda ve balkêş e. Muzîkala Catsê cara yekem di sala 1981’ê de li New London Theatreyê derketibû li pêşberî temaşevanên xwe û ji zêdetirî 30 welatan hatiye nîşandayîn.
Fîlmê “Cats” dê di dîroka 20’ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Çavkanî: www.filmloverss.com
-https://youtu.be/FtSd844cI7U
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com