Yekem fragmana fîlmê “Ema”yê hate weşandin

Yekem fragmana fîlmê “Ema” yê Derhênerê navdar ê Şîliyî Pablo Larraín’ê, hate weşandin. Senaryoya fîlmê ji aliyê Guillermo Calderón û Alejandro Moreno ve hatiye nivîsandin û di fîlmê de Lîstikvanên wekî Gael García Bernal û Mariana Di Girolamo jî cih digirin.

Fîlmê “Ema” qala jiyana jin û mêrekê ku rojek dixwazin zarokek ji xwe re bikin ewlad ve dike û çîroka wan nîşan dide. Fîlmê “Ema” di bernameya 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Venedîkê de hate nîşandayîn.

Derhênerê fîlmê “Ema”yê Pablo Larraín bi fîlmên xwe yên; “Tony Manero” (2008) “No” (2012), “El Club” (2015) û “Nerûda” (2016) ve tê naskirin.

Çavkanî: Gazete Karinca

Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: