Yên Tên Nema Diçin: Arrival

Wekî di destpêka fîlmî de dest bi nivîsa xwe bikim wê baştir be. Yanî hevok û dîmenê dawî yê nivîsê di serî de bê nivîsandin.

Çima hûn hatin vê dinê? (why are they here?). Hatina me ya ser rûyê vê dinê tenê ne bi çîrokekê ye û bê guman hertişt ne bi Adem û Hawayê ve girêdayî ye. Em hatin ser rûyê vî erdî û wekî ku em ê qet neçin dijîn. Çawa em hatine ser rûyê vê dinê em ê wisa jî biçin; çawa jîyan xwezayî be mirin jî hewqasî xwezayî ye. Wekî feylesof Seneca gotî: “Her tiştê destpêdike wê biqede”.

Em mirov hatin dinê û wekî em ê qet neçin dijîn. Li pey nexweşîya hukumdarîya xwe ketin. Ji bo vê nexweşîyê her tiştî dixin bin simên hespên xwe û hemû nirxên pîroz ji bo hukumdarî û berjewendîya xwe qirêj dikin û wan tarûmar dikin.

Gelo hatina me zehmet e an jî çûyîna me? Jîyana di navbera hebûn û tûnebûnê de ji xwe re li wateya digere. Em timî li bihuştê digerin û ji bo bihuşta xwe ji yên din re dojehekê ava dikin. Ev yek wekî nexweşîya îktîdarîyê li mejîyê me belav bûye û me kirîyê Nemrûdê vê demê. Wekî Nemrûd em tevdigerin li vê jîyanê lê dîsa jî çiqasî em bi hêz jî bin em ê wekî Nemrûd têkbiçin.

Lê ligel van meseleyan meseleyek din jî mejîyê me tevlîhev dike: “Gelo ji bilî me li vê kaînatê formên zîrek hene an na?” Ji bo van meseleyan me sazî avakirin ku em xwe bighînin wan û bi wan re têkilîyekê deynin.

Heger formên zîrek yên derveyî dinyayê hebin û ew ji me zûtir hîn me xwe negihandî wan bên dinyaya me û bi me re têkilîyê deynin ew tê wê wateyê ku ew formên derveyî dinyayî ji me zîrektirin. Di rewşek wisa de çawa em hatibin ser rûyê dinê û me hukumdarîya xwe li vir avakiribe, bi heman awayî ew formên zîrek jî wê hukumdarîya xwe li ser rûyê dinê bikin. Di dawîya emrê xwe de Staphane Hawking jî ketibû heman gumanê û li ser vê meselê tirsa xwe anîbû ziman.

Derhêner: Denis Villeneuve
IMDb: 7,9
Lîstikvan: Amy Adams, Jeremy Renner, Forest Whitaker

Di filmî de vegotinek pir cuda heye û hîn di destpêkê de eşkere dibe ku ji rêbaza fîlmên scince-fiction û ji fîlmên fezayî wê cudatir be.
Di nava fîlmî de ya replîka bala min kişandî ev bû: “Di nav şerî de çeka pêşî tê kişandin Ziman e”. Di rastîyê de jî civaka em dinav de û ya em bi zimanê wan diaxivin têsirek mezin li ser fikir, rewş, nerîn û jîyana me dike. Ew ziman me û karaktera me ava dike. Ev hemû tişt jî bi erdnîgarîya me ve girêdayî ye. Îbn Haldun ji berê de gotibû: “Erdnîgarî qeder e”.
UFOyên di fîlmê de hatina bikaranîn jî qet naşibin yên fîlmên fezayî; bi vê terza xwe ji fîlmê din yên fezayî cuda dibe. Li ser rûyê dinê û li lokasyonên cuda UFO bi cih dibin. Di mejîya hemû mirovan de heman pirs tê meydanê û herkes meraq dike: gelo ji bo çi ev hatine vir?
Em mirov wisa ne. Tişta ku em nikarin watedar bikin û nas nekin em jê ditirsin. Ji ber vê yekê ji bo her tiştî me peyvek yanî nasnamyek çê kir û me ew kategorîze kirin. Gava tiştek nû yanî tiştek nehatî kategorîze kirin derkeve pêşberî me em dikevin fikaran û tirsê.
Wekî her dem dîsa NASA dikeve dewrê û ji zimannas Dr. Louise dixwazin bi wan re bikeve têkilîyê ka ji bo çi hatine dinê.
Gava meriv li fîlm dinere meriv dibîne ku ev formên zîrek wekî şaristanîyên me yên berê alfabeya hîyeroglîfê bikartînin. Dr. Louise jî li ser vê alfabeya wan dixebite.
Peyama fîlm dide peyamek pir xweş e. Hemû pirsgirêkên me ji ne famkirinê û ji tirsê derdikeve meydanê. Gava meriv zimanekî hevpar ava kir wê demê pirsgirêkên me jî ji holê radibin û mesele dighîje çareserîyê.

Mela Mihyedîn

www.sinemayaserbixwe.com Sînemaya Serbixwe

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: