Yeşîm Ustaoglû bû Seroka Jurîya Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn
59’emîn Festîvala Fîlman Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn îsal di navbera dîrokên 1-8ê meha Cotmehê de li Antalyayê li dar dikeve, û derhêner, senarîst û çêkera navdar Yeşîm Ustaoglû bû Seroka Jurîya Pêşbazîya Metrajdirêj a Neteweyî ya bernameya festîvalê.
Li Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn îsal dê pêşbirkeke nû ya li ser lêanîna senaryoyê li dar bikeve û serîlêdanên Film Forûma Antalyayê jî destpê kir.
Derhênera biserketî Yeşîm Ustaoglû îsal bû Seroka Jurîya Festîvala Fîlman Porteqala Zêrîn. Ustaoglû, di salên 85an de gelek kurtefîlm kişandine û bi fîlmên xwe yên serbixwe yên; İz (1994), Güneşe Yolculuk (Rêwîtiya Ber Bi Rojê Ve, 1999), Sırtlarındaki Hayat (Belgefîlm, 2004) Pandora’nın Kutusu (2008), Araf (2012) û Tereddüt (2016) ve tê naskirin.
Hate ragihandin ku serîlêdanên pêşbirkên ku di beşên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlman de li benda sînemageran e, dê di 4ê meha Gelawêjê de bi dawî bibe.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com