Yorgos Lanthimos ji bo fîlmê xwe yê “And” dest bi amadehîyan kir

Derhênerê navdar û xelatgirtî Yorgos Lanthimos li cîhanê bi fîlmên xwe yên Kinetta, Dogtooth, Alps, The Lobster û The Killing of a Sacred Deer ve tê naskirin ku ji bo fîlmê xwe yê “And” dest bi amadehîyan kiriye. Di fîlmê de nû yê derhênerê de lîstikvanên navdar ên Emma Stone, Willem Dafoe, Jesse Plemons û Margaret Qualley dê weke serlîstikvan bilîzin.

Hate ragihandin ku Yorgos Lanthimos ji bo fîlmê xwe yê bi navê “And” dest bi amadehîyan kir û di meha bê de li New Orleansê dest bi kêşana fîlmê dikin. Senaryoya fîlmê Yorgos Lanthimos û Efthimis Filippou bi hev re nivîsîne û fîlm dê ji aliyê Lanthimos û Kasia Malipan ve bê kişandin ku pargîdanîyên fîlman ên Element Pictures û Film4ê ji bo pêşvebirina senaryoyê bûne alîkar. Fîlm dê bi çêkerîya Element Pictures, Searchlight Pictures û Film4ê ve bikeve produksiyonê.

Yorgos Lanthimos
Yorgos Lanthimos

Yorgos Lanthimos li Atînayê li beşa Derhênerîya Televîzyon û Fîlman a Dibistana Fîlman a Stavtakosê xwendiye û di salên 1990an de fîlmên reklaman, vîzyoyên muzîkan, kurtefîlman kişandine û di lîstikên şanoyê de cih girtine.

Yekem fîlmê metrajdirêj ê wî yê “Kinetta” li Festîvalên Fîlman ên Toronto û Berlînê gelek hate ecibandin û di sala 2009ê de bi fîlmê metrajdirêj ê xwe yê Dogtooth re ji Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata “Nêrîneke Diyar” girtiye û li seranserê cîhanê li gelek festîvalên fîlman xelat girtine. Fîlmê wî yê Alps di sala 2011ê de ji Festîvala Fîlman a Venedîkê Xelata “Senaryoya Herî Serketî” û di 2012ê de ji Festîvala Fîlman a Sîdneyê Xelata “Fîlmê Herî Serketî” girtine. Di sala 2015ê de bi fîlmê xwe yê “The Lobster” re derket li pêşberî sînemahezan ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê derhênerê yê bi Îngilîzî ye û ji Xelatên Fîlman ên Ewropayê Xelatên Senaryoya Herî Serketî û Cilûberga (Kostûm) Herî Serketî wergirtine. Bi fîlmê xwe yê The Killing of a Sacred Deer re ji bernameya 70emîn Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Senaryoya Herî Serketî girt. Projeya wî ya Poor Things hêj di pêvajoya post produksiyonê de ye, bi fîlmê xwe yê herî dawî ê bi navê “The Favourite” re di 10 beşan de ji bo 91emîn Xelatên Oscarê bûye berendam û Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt (Olivia Colman) ku qala jiyana Qralîçeya Îngilistanê ya Anneyê dike.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: